• Wednesday, 11 February 2026
logo

10 welat dijî Îranê hevpeymanîyekê durtist dikin

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
10 welat dijî Îranê hevpeymanîyekê durtist dikin
Bo paraztina gemîyên barpetrol ji hêrişên Îranê, Holendayê gemîyeke cengî dişîne Kendavê.

Mêdya fermîya Holendayê belavkirîye, di çarçove ya hewlên Firansayê bo pêkanîna hevpeymanîyeke Ewrûpayî bi armanca paraztina hatinûçûna deryayî li Kendavê, Emistirdam bi nîyaze gemîyeke cengî bişîne ava Kendavê.

Herweha mêdya Holenda ragehandîye, ku ew Gemî bop dema şeş mehan li kendavê dimîne û erkê wê paraztina gemîyên barpetrol dibe.

Firansayê pêkanîna hevpeymanîyeke Ewrûpayî ragehandîye bo paratina asayîşa hatinûçûna gemîyên barpetrol ji hêrişan û baregeha wê hevpaymanîyê jî li Ebûdebî, li Îmarat dibe. Holenda jî wek hevpeyamana Firansayê gemîya cengî dişîne gerûya Hurmizê.

Wezîrê berevanîya Firansayê derbarê evê hevpeymanîyê ragehandîye, ku di destpêka sala dahatî bi pişikdarîya 10 welatan dihêt duristkirin.

K24
Top