Li binkeyekî artêşa Iraqê ya li Enbarê 250 çekên sivik û giran hatin dizîn
Li Enbarê binkeyekî artêşa Iraqê de nêzîkî 250 çekên sivik û giran hatin dizîn û fermandarê wê yekîneyê jî ji ber diziya wan çekan tê tometbar kirin û ji bo wê pirsgirêkê lijneyek hatiye danîn.
Îro 30.08.2024ê çavkaniyekî ewlehiyê ji çapemeniya Iraqê re ragehand, li binkeyê fewca firqeya 5 a artêşa Iraqê li Enbarê, nêzîkî 250 çekên sivik û giran ên Amerîkî, Almanî û Rûsî hatine dizîn.
Di çapemeniyê de hat gotin, fermandarê wê yekîneyê ji ber dizîna wan çekan tê tometbar kirin û wezareta berevaniya Iraqê biryara pêkanîna lijneyekî ji bo wê pirsê hatiye dayîn.
