Li Iraqê 7 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li parêzgeha Enbar a Iraqê 7 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
CENTCOMê ragehand, di operasyoneke hevbeş a li gel hêzên Iraqê li parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê de 7 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne. Hat ragehandin 5 leşker di dema operasyonê de û 2 çekdarên din jî ji ber ketine birîndar bûne û rewşa tenduristiya wan başe.
Herwaha hat ragehandin di êrîşê de 15 çekdarên DAIŞê li çolên Enbarê hatine kuştin.
Duh şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê jî ragehand ku li çolên Enbarê 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nav wan de çend rêveberên DAIŞê jî hebûne.
Basnews
