• Thursday, 12 February 2026
logo

Êrîşên dijî welatiyên Kurd li Rojavayê Tirkiyeyê didomin

Gulan Media August 31, 2024 Nûçe
Êrîşên dijî welatiyên Kurd li Rojavayê Tirkiyeyê didomin

Duhê êrîşî ser mala Karkerên Kurd hate kirin.

Karkerên Kurd yên çandiniyê li herêma Derya Reş li bajarê Samsûnê rastî êrîşên çekdarî û nijadperestî hatin. DEM Partî dibêje, jiyana 200 karkerên kurd di metirsiyê de ye.

Parlamentera Dem Partiyê ya Rihayê Dîlan Ayan, li ser torên civakî da xuyakirin, 200 karkerên Kurd û zar û zêçên xwe ku ji bo karên çandiniyê ji Rihayê çûne Samsûnê rastî êrişeke teqekirinê hatine.

Dîlan Ayan da zanîn, di êrîşê de gule li pencere û dîwarên xaniyên karkeran ketine û karkeran bi xwe ew dîmen gihandina wan.

Herwiha got, hêzên ewlekariyê ji dûr ve temaşeşê bûyerê kirine û rexne li desthilatê girt ku di demeke nêzîk de çendîn êrişên nijadperestî li dijî kurdan hatine kirin.

Top