• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka 7 kopterên pêşkeftî da Îraqê

Gulan Media August 29, 2024 Nûçe
Amerîka 7 kopterên pêşkeftî da Îraqê

Biryare 8 kopterên din radestî Îraqê werein kirin.

Peyvdarê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş yên Îraqê ragihand ku, di wan rojan de Amerîka 7 kopterên pêşkeftî yên perwerdehî radestî Îraqê kiriye.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê, di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê de, Amerîka 7 kopterên pêşkeftî yên perwerdehî ji cureya Bell 505 radestî artêşa Îraqê kiriye û biryare di demên pêş de Amerîka 8 kopterên din radestî Îraqê bike.

Top