Parêzgarê Hewlêrê: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê bike
Parêzgerê Hewlêrê ragehand: “Şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê dilê hemî Hewlêriyan êşand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrastî daye kedkarên wê sûkê ku cihê wan bi zûtirîn dem jê re tê nûjenkirin.”
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji K24ê re ragehand: “Naha Sûka Qeyseriya Hewlêrê bi pênc milyar û 300 milyon dînaran tê nûjenkirin, ji bo ku li paşerojeke nêzîk kedkar bikarin vegerin ser karê xwe.”
Umêd Xoşnaw ragehand: “Şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê dilê hemî Hewlêriyan êşand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştrastî daye kedkarên wê sûkê ku karê nûjenkirinê dê demekî kurt de bê temamkirin.”
Xoşnaw ragehand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li van nêzîkan diyariyekê pêşkêşî zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike.”
Li şeva 05.05.2024ê agir berbû beşek ji Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend demjimêran ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.
Parêzgerê Hewlêrê piştî wê bûyerê di ragehandinekê de eşkere kir ku, li gor amarên dawiyê zêdetirî çar hezar dukanan, 227 dukan û heft embarên biçûk ên wê sûkê şewitîn û zirar gehişt wan.
Pareyê ji bo nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê hatiye veqetandin, pênc milyar û 300 milyon dînar in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina kedkaran ew bi pereyê gilêşî, tabloyan û baca 50% ya sala 2023ê û 100% ya sala 2024ê efû kirine.
Basnews
