Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakîstanê li Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 27.08.2024, li Selehedînê pêşwaziya Balyozê Pakîstanê Mihemed Zîşan Ehmed li Iraqê kir, di hevdîtinê de balyozê Pakîstanê li Iraqê dilxweşiya xwe ji bo avedanî û aramî û pêşketinên li Herêma Kurdistanê çêbûne, anî ziman, herwaha destxweşî li Hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê kir û ji Serok Barzanî re ew jî ragehand ku welatê wî xwazyare pêwendiyeke nêzîk di warên cur be cur yên bazirganî û çandinî de li gel Herêma Kudistanê ava bike.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê, pêywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal û herwaha metirsiya terorê yên li ser asta cîhanî û herêmî mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Basnews
