Hevpeymanîya Nêvdewletî bo cara yekem bi zimanê Kurdî daxuyanîyê dide
Bo cara yekem Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, daxuyannameyek bi zimanê Kurdî belav kirîye û radigehîne, bo ji navbirina Daişê bi temamî li rojhelata Furatê, wan operasyoneke nû destpêkirine û gelek çekdarên Daişê kuştine û hejmarek ji wan jî destgîr kirîne.
Di daxuyannameyê de, amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku bi sedema cigîrkirina hêzên wan li rojhelata Furatê, operasyonên wan bo demeke kurt hatibûn rawestandin, lê careke din operasyonên tundtir û berfirehtir bo ji navbirina Daişê careke din dê destpêbikin.
K24
