• Thursday, 12 February 2026
logo

Pentagon: Em dê ji nû ve ligel HSDê dest bi operasyona dijî DAIŞê bikin

Gulan Media November 24, 2019 Nûçe
Pentagon: Em dê ji nû ve ligel HSDê dest bi operasyona dijî DAIŞê bikin
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie, ‎ragihand ku li rojhilatê Sûriyê ligel HSDê bi 500 serbazan di hundirê roj û hefteyan de ji nû ve dest bi ‎operasyona dijî DAIŞê dikin.‎

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie‎, ‎eşkere kir ku li rojhilatê Sûriyê bi 500 serbazan di hundirê roj û hefteyan de dest bi operasyona ‎dijî ‎DAIŞê dikin.‎ McKenzie herwiha da zanîn ku di van operasyonan de wê ligel Hêzên Sûriyeya ‎Demokratîk (HSD) tevbigerin.‎

McKenzie di lûtkeya ewlekariyê ya Manamaya paytexta Bahreynê de agahî dan medyayê û got: “Li ‎rojhilatê Firatê ji Dêre Zorê heta bi Hesekê wate li navçeya bakurê rojhilatê Sûriyê, 500 serbazên ‎Amerîkayê hene.”‎

General Mckenzie got: “Armanca me ew e, em pozîsyona xwe ya li vê derê biparêzin, ligel Hêzên ‎Sûriyeya Demokratîk (HSD), dijî hedefên DAIŞê li aliyê xwarê yê geliyê rûbarê Firatê dest bi ‎operasyonan bikin.”

Rudaw
Top