• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka huşdarî dide hevpeymanên Îranê

Gulan Media August 27, 2024 Nûçe
Amerîka huşdarî dide hevpeymanên Îranê

Îraq jî yek ji wan hevpeymanane.

Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Jeneral Charles Brown piştî serdanake sê rojî bo Rojhilata Navîn, daxuyaniyeke taybet da ajansa nûçeyan ya Reutersê.

Jeneral Charles Brown eşkere kiriye ku, metirsiyên li deverê hinek dûr ketine lê hîn jî Îran gef dike ku, êrîşî ser Îsraîlê bike.

Nav hatî diyar kiriye ku, rewşa deverê girêdayî bi çawetiya bersifa Îranê ye û eşkere kiriye ku, eger komên çekdar yên ser bi Îranê êrîşên xwe weke beşek ji bersifa Îranê, bo ser hêzên Amerîkî bidomînin vê demê Amerîka gelek bi dijwarî bersif dide.

Brown huşdarî jî bi welatên hevpeyman  yên Îranê weke Îraq û Sûriyeyê daye daku, haya wan ji liv û tevgerên komên çekdar yên ser bi Îranê hebe beruvajî vê rastî encamên nerênî bibin.
 

Top