• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka sipasiya Herêma Kudistanê dike

Gulan Media August 27, 2024 Nûçe
Amerîka sipasiya Herêma Kudistanê dike

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Fermandeyê nû yê Hêzên Leşkerî yên Hevpar di Operasyonên Çareseriya Bingehîn de di peyamekê de destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber çaksaziyên wê li Wezareta Pêşmerge.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro 26.08.2024, li pêgeha xwe ya fermî ragehand, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Stephe Bitner û Fermandeyê nû yê Hêzên Serbazî yên Hevpar di Operasyonên Çareseriya Bingehîn de Lîwa Lîhî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serkirdetiya Pêşmerge re civiya.”

Konsulxaneya Giştî yê Amerîkayê Leşkerî got, “Di wan civînan de her du aliyan behsa rûdanên deverê kir û pabendbûna xwe ya hevpar ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya Îraqê bi rêya alîkariya hevpar a ewlehiyê û bizavên çaksaziyê yên hêzên Pêşmergeyan tekez kir.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê û Fermandeyê Hêzên Leşkerî yên Hevpar destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber wan pêşkeftinên ku heta niha di piroseya çaksaziyê ya Hêzên Pêşmergeyan de bi dest ve hatine.”

 

 

Basnews

Top