• Thursday, 12 February 2026
logo

Mike Pence ligel Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê civiya

Gulan Media November 24, 2019 Nûçe
Mike Pence ligel Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê civiya
Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence, li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê ligel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Îro Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence bi seredanek neragihandî gihiştibû Iraqê û ligel serbazên Amerikayê civiyabû.

Ligor zanyariyan, Pence ligel tu berpirsek Iraqê re ne civiya ye, bi tenê pêwendiya telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî encam da ye.

Pence di account a xwe ya twitterê de, wêneyên seradana xwe ya bingeha serbazî ya welatê xwe, li Eyn Esed li parêzgeha Enbar a Iraqê belav kiriye.

Waar.tv
Top