• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Başbûna peyvendiyên Tirkiyê û Amerîkayê girêdayî mûşekên S-400 e

Gulan Media November 23, 2019 Nûçe
Amerîka: Başbûna peyvendiyên Tirkiyê û Amerîkayê girêdayî mûşekên S-400 e
Berpirsekî Amerîkayê radigihîne: Divê Tirkiye di zûtirîn dem de ji S-400an xilas bibe.

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ragihandiye, ku başbûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girêdayî pirsa mûşekên S-400 e. Ji bo Tirkiye bikaribe vegere ser maseya danûstandinê, divê bi awayekî xwe ji S-400an xilas bike. An divê S-400an vegerîne Rusyayê an jî divê tine bike. Eger na bijardeya ceza kirina Tirkiyê li ser masê ye.

Duh Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gotibû ew henek nakin, dê S-400an bixebitînin.

Herweha berdevkê Serokkomariya Tirkiye Îbrahim Kalin jî diyarkiribû, ku mijara S-400 an her dibe pirs di pêwendiyên Amerika-Tirkiye de. Lê, Tirkiye mafê xwe heye û dê mûşekên S-400 aktîf bike.

Baasnews
Top