• Wednesday, 11 February 2026
logo

EFRÎN – Li Bilbilê çekdaran bac li ser gundiyan ferz kirin

Gulan Media November 23, 2019 Nûçe
EFRÎN – Li Bilbilê çekdaran bac li ser gundiyan ferz kirin
Li nahyeya Bilbilê ya Efrînê, Encûmena Xwecihî bacê li ser nişteciyên 3ê gundên nahyeyê ferz kiriye.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Encûmena Xwecihî ya Bilbilê bac li ser nişteciyên hersê gundên Qota, Xelîlaka û Berkaşê ferz kiriye.

Li ser her gundiyekî 9000 lîreyên Sûrî baca av û elektirîkê hatiye ferzkirin ku divê her welatiyek mehane 3000 lîre ji bo 3ê mehan bide.

Rêxistina navborî aşkere dike ku saziyeke mirovî xerciya dabînkirina elektirîk û avê dide, lê bi sedema gendelî û diziya grûpên çekdar amûrên wêzgeha elektirîkê ji kar dikevin û encûmen baca çakkirina wan ji welatiyan distîne.

Rudaw
Top