• Thursday, 12 February 2026
logo

Senatorekî Amerîkî: Mixabin, serokê xiyanetî li Kurd kir

Gulan Media November 23, 2019 Nûçe
Senatorekî Amerîkî: Mixabin, serokê xiyanetî li Kurd kir
Senatorekî Amerîkî yê ji Partiya Demokratan Kurd bi hevpeymanê sereke yê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de dizane û dibêje: “Mixabin, Serokê Amerîka pişt da Kurdan”.

Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen ji K24ê re ragihand, mixabin niha serokê me pişt daye Kurdan û xiyanetî li wan kiriye, ku ew di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê me bûn.

Ragihand jî: “Em li Encûmena Senatan hewlên berûvajî biryara serê Amerîka didin”.

Derbarê Tirkiyê de jî got: “Tirkiyê ku bi nav hevpeymana me ye, nabe çekên pêşketî ji Rûsyayê bikire, ji ber wê jî Amerîka tekezî li wê dike, heger Tirkiye kirîna S-400 ranewestîne, Amerîka firokeyên F-35 nade Tirkiyê.”

Aşkere kir jî: “Em ne ligel sizadana Tirkiyê ne, lê divê Tirkiye bizane ku em ne ligel wê yekê ne ku çekan ji Rûsyayê bikire û divê Tirkiye bibe hevpeymaneke rasteqîne”.

Ev yek di demekê de ye, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihandibûm heger ew nekaribin firokeyên F-35 ji Amerîka bikirin, dê neçar bimînin bedîlên din bigerin.

K24
Top