• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê: Vê carê li xiyanetkar û xwefiroşan re nayê qebûl kirin

Gulan Media August 25, 2024 Nûçe
Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê: Vê carê li xiyanetkar û xwefiroşan re nayê qebûl kirin

Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê hişyarî da xiyanetkaran û ewên ku rêkeftinê li gel milîsên Heşdî Şeibî kirine û dibêje: Xelkê navçeyê mafê wan heye nîgeran bin.

Îro 25.08.2024ê hêzeke zêde ya milîsên Heşdî Şeibî li sînorê nahyeya Kuleco ya Germiyanê bi rêkeftina li gel YNKê pêşde hatin û dest bi ser navçeyekî berfireh de girtin, lê ji ber fişar û givaşên hêzên Pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge hatin rawestandin.

Vê derbarê de berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê Ekber Heyder ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nîgeraniyên zêde yên xelkê navçeyê hene, ew nîgeranî ji bo wan navçeyên Kifrî di cîhê xwe de ye û bi taybet jî Kuleco. Ji ber xelk dizane di demekî berî naha ya nêzîk de ew hemû peywirên li wî sînorî di deste kurdan de bûn, lê nah abi rêkeftineke siyasî ve ew peywir hemû ji kurdan hatine wergirtin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Dîsa tirsa me heye firotin û xiyanet li holê hebe, lê vê carê xiyanetkirin û firotin nayê qebûl kirin.’’

Berî naha jî berpirsê baskê 22 yê Germiyanê Ekrem Salih ji BasNewsê re ragehand. ‘’Ew hatine hundir a li sînorê desthilata Pêşmerge û hin bîrên petrole hene ku xuya dike beşek ji wan armanca wê pêşdehatinê ye ji bo ku dest li ser daynin, yan jî dibe ku rêkeftinek li ser hatibe kirin, ji ber bere rewşên waha pêknehatine û heta naha desthilata leşkeri li vî sînorî helwêsta wan çiye nediyar e.’’

Herwaha got: ‘’Hatina vê hêzê destpêkekî metirsîdare ku piştî sala 2017ê ve hêzeke Heşdî Şeibî nû pêşde tê bo sînorên Herêma Kurdistanê yên di bin kontrola Pêşmerge de û ev peyameke ji bo hesab li ser bê kirin û divê fişar û givaş bê kirin ku ew hêz vegere, eger na dê encamên wê yên din jî hebin.’’

 

Basnews

Top