• Wednesday, 11 February 2026
logo

Birîtanîyayê hejmareke zaroyên bê bav ên daişê vegerandin welat

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Birîtanîyayê hejmareke zaroyên bê bav ên daişê vegerandin welat
Wezîrê derve yê Birîtanîyayê, Domenîk Rab ragehand: Hikumeta welatê wî, rêkarên taybet girtine ber xwe bo vegerandina hejmareke zaroyên bê bav ên Daişê ji Sûriya.

Berê Birîtanîya ragehandibû, ku wê nîyaz nîne wan zaroyan vegerîne, ewên li gel dayîk û bavên xwe bi Daişê re bûne.

Mêdya Birîtanîyayê û hejmareke rêkxistîyên mirovî aşkera kirîne, ku Birîtanîyayê hejmarek ji wan zaroyan vegeranîne, ewên bêkes mane û nijadnameya Birîtaniyayê hene.

Wezîrê derveyê Birîtanîyayê ragehand jî: Pêwîste ev welat, zaroyên bê tawan ên Daişê ji seqaya şer dûr bixe.

Got jî: Me sanahîyên vegerandinê bo wan zaroyan kirîne û ev jî rêya raste ku pêdivî bû me encam daba.

K24
Top