• Thursday, 12 February 2026
logo

Bombe li pêş mal û dukanên du malbatên PDKê yên li sînorê Raperînê hatin danîn

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Bombe li pêş mal û dukanên du malbatên PDKê yên li sînorê Raperînê hatin danîn
Li du şevên cuda li sînorê îdareya Raperîn bombe li pêş malên du malbatên ser bi PDKê ve hatine danîn û berpirsekî partiyê jî gumanên vê derbarê de aşkera dike.

Li gor zanyariyên BasNewsê şeva 16 bo 17.11.2019ê bombeyekî destî li pêş mala endamekî PDKê yê bi nave Ebdula Nûredîn li taxa Raperîn a Qeladizê hatiye danîn û teqiye.

Herwaha şeva 18 bo 19.11.2019ê li heman navçeyê bombeyek din li pêş dukana endamekî PDKê yê bi navê Saman Şaxewan Ezîz hatiye danîn û teqiyaye. Berî naha jî li gundê Girdespî yê li rojhilatê Qeladizê, gule li mala endamekî PDKê hatibûn berdan

Berpirsê baskê 11ê yê Raperînê yê PDKê Hîwa Geylanî ji basnewsê re ragehand, zanyarî piştrast dikin ku her sê endamên PDKê bi keyfxweşî ve ziyanên wan ên giyanî çênebûn.

Herwaha got: ‘’Her sê malbat jî pirsgirêkên wan ên kesî û civakî tine ye. xelkê asayî û sivîl in. ti agahiyek jî me dest nexistiye. Saziyên ewlehiyê jî hatine agahdar kirin, lê ti agahiyek nedane.’’

Hîwa Geylanî got, ‘’Her sê malbat PDKyî ne, ji ber wê guman heye ku destek bo çav tirsandina xelkê PDKê yê li wî sînorî ew kar kiribin’’

Berpirsê baskê 11 yê PDKê ragehand, erkê parastina jiyan û malên hemwelatiyan û endam û alîgirên partiya xwe yên li wî sînorê di berpirsyartiya saziyên ewlehiyê de ne û daxwaz kir, ji bo saziyên ewlehiyê jî nekevin bin pirsa, wan kesan bibînin ku ew kiryar pêkanîn e.

Basnews
Top