• Thursday, 12 February 2026
logo

Akar: Me 400 hezar kes li devera Efrînê bicîh kirin e

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Akar: Me 400 hezar kes li devera Efrînê bicîh kirin e
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê dibêje, piştî operasyona Efrînê 400 hezar welatiyên Sûrî vegerandine wê deverê û bi operasyonan jî, nehîştine YPG li wan deveran dewlet dirust bike.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar di komîsyona plan û budçeyê de bersiva parlamenteran da û got, armancên operasyonên wan li bakurê Sûriyê astengkirina dewletek YPG ye ku xeyalê Rojava bidawî anîne.

Da xuyakirin, piştî operasyona Efrînê 400 hezar welatiyên Sûrî, ku li Tirkiyê ne vegerandine wê deverê û bicîh kirin e.

Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê, desthilata Tirkiyê bi encamdana paqijkirina netewî û guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê tometbar dikin.

K24
Top