• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir
Bi boneya koça dawî ya kesayeta olî û civakî Serok Mesûd Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyamê waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.11.2019

Top