Pişt perdeya civîna Trump û Erdogan; Gelo çi qewimî?
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 13ê vê mehê li Waşingtonê û li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin pêk anî.
Tişta balkêş ew bû ku hejmarek senatorên bihêz ên Amerîkayê jî di civînê de amade bûbûn. Tevî ku li gor zanyariyên hatin ragihandin û tiştên li ber çavên kamêrayan, nakokiyên navbera Enqere û Waşingtonê li ser mijarên cuda bi zelalî hatn dîtin, lê belê li pişt perdeya wê civînê hin tiştên din jî qewimîne ku beşek ji wan hêdî hêdî aşkere dibin.
S-400 nakokiya mezin
Serokê Amerîka Donald Trump piştî civîna bi Erdogan re ragihand ku ew alîgirekî mezin ê Erdogan e û civîn wek “berhemdar” wesf kir. Lê ti serokekî behsa awayê çareserkirina wan pirsgirêkan nekir ku pêsîra têkiliyên herdu endamên ANTOyê girtine, wek kirîna pergala dijîmoşek a S-400 a rûsî, êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê û çarenivîsa Fethulla Gulen.
Daxuyaniya Koşka Spî ku piştî preskonferansa Trump û Erdogan hate belavkirin, bi zimanekî hişktir behsa nakokiya mezin dike. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku: “Ji bo ku em di mijarên din de bi pêş kevin, divê em wan mijaran çareser bikin ku têkildarî kirîna pergala bergiriya moşekî ya S-400 a rûsî ji aliyê Tirkiyê ve ne.”
Amerîka tekez dike ku ew pergala dijîmoşekî metirsiyê li ser pergala bergiriya NATOyê çêdike. Tirkiye ji tîrmeha îsal ve dest bi wergirtina parçeyên wê pergalê kir. Amerîka jî beşdariya Tirkiyê di çêkirina firokeyên şer ên F-35 de taloq kir.
Êrîşa li ser Rojava
Roja 9ê cotmehê, artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Heman rojê Trump nameyek bo Erdogan şandibû ku di dawiya wê de nivîsandibû: “Xwe serhişk neke..xwe ehmeq neke!” Armanca Trump ji wê nameyê ew bû ku Erdogan ji êrîşa ser Rojava sar bike.
Erdogan di konferansa xwe ya medyayî ya çarşemê de got: “Me ew nameya ku me wergirtibû vegerand.” Medyayên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê pesnê helwesta Erdogan dan, di demekê de ku Erdogan di dema vegera xwe ji bo Tirkiyê de ragihand ku ti bertekeke Koşka Spî li hemberî vegerandina nameyê nebû.
Medyaya Tirkiyê pêşî belav kir ku qaşo serokê wan nameya Trump qetandiye û avêtiye zibldanê.
Erdogan civîneke dijwar bi Trump re bi rê kir ku 5 senatorên komarî tê de beşdar bûn, wek Senatorê Karolîna Başûr Lindsey Graham û Senatorê Texasê Ted Cruz.
Li gor raporeke malpera Axiosê, Erdogan di beşekî wê civînê de iPada xwe derdixe û vîdyoyeke “propagandayî” şanî amadebûyan dike ku tê de fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek terorîst tên nîşandan. Trump bêyî ku tiştekî bêje li wê vîdyoyê mêze dike, lê senatoran bertek nîşan dan.
Graham ku yek ji alîgirên serhişk ên cezakirina Tirkiyê ye, di civînê de peyva “dagîrkerî” ji bo êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne û Erdogan bi vê yekê aciz û zirz dibe. Senatorê komarî bi vî rengî naveroka wî beşê civînê ji rojnameya New York Times a amerîkî re vedibêje: “Min jê re got min hişyarî da te ku tu vî karî nekî. Ew hemû tiştên ku ez ji wan nîgeran bûm qewimîn. Tu dixwazî ez jî herim kurdan bînim da behsa yekê ji wan tiştan bikin ku te kirine?”
Çavkaniyeke ku li oda civînê bû, ji Axiosê re ragihandiye ku vîdyoya Erdogan ne cihê baweriyê bû. Çar jêderên serwext jî behsa devjeniyeke tund di navbera Erdogan û Graham de derbarê êrîşa ser Rojava dikin, di demekê de ku Graham îdîaya Erdogan derew derxist ku qaşo Tirkiyê li dijî DAIŞê şer kiriye.
Graham derbarê wê devjeniyê ji malpera amerîkî re dibêje: “Min bi tundî red kir ku Tirkiyê dibêje wan tiştên zêdetir ji bo tunekirina DAIŞê kirine. Min ji wan re got jî ku 10 hezar şervanên HSDê ku piraniya wan Kurd in, di şerê dijî DAIŞê de hatine kuştin an birîndar bûne. Amerîka vê ji bîr nake û wan piştguh nake.”
Çima Erdogan bi senatoran re hate rûbirûkirin?
Diyar e du pirsgirêk xalên sereke yên civînên hefteya borî ya Trump û Erdogan pêk tînin: Kirîna pergala dijîmoşekî ya rûsî ji aliyê Tirkiyê ve û êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê. Herdu pirsgirêkan Tirkiyê rûbirûyî gefa cezayan kiriye.
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senata Amerîkayê Jim Risch ji New York Times a amerîkî re ragihand ku wî û senatorên din ji Erdogan re gotin ku atmosfera Kongresê ne di qezenca Erdogan de ye, awaza axaftina Erdogan jî bêtir bêhna “bergiriyê” jê dihat.
Risch ku di civînê de gefa derxistina Tirkiyê ji programa F-35 kir, dibêje: “Serok li cihê xwe rûniştibû gava me ew peyama tund da Erdogan. Serok Trump jî di vê mijarê de alîkariya wî nekir.”
Karbidestekî bilind ê Koşka Spî ji Axiosê re dibêje: “Bangkirina wan senatoran nîşanî Erdogan da ku senator derbarê cezayan cidî ne û hewce nake Trump wek mirovê xerab bê naskirin.” Berpirsekî bilind ê din jî dibêje ji Trump re giring e reftareke “pirreng û eşkere” bi Erdogan re bê kirin.
Bi baweriya endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyê û lêkolînvanê Saziya Bergiriya Demokraiyê Aykan Erdemîr: “Ev di bingeh de qenciya Trump bi Erdogan re bû, da ku Erdogan rasterast bi senatorên komarî re bergiriya xwe bike û rê li ber cezayekê bigire ku serokê Amerîkayê nikare mafê vetoyê li dijî wê bi kar bîne.”
Çend zava
Li gor raporeke New York Timesê, pêwendiya zavayên Trump û Erdogan û zavayê milyardêrekî Tirk roleke wan a mezin di damezrandina pêwendiyên dîplomatîk di navbera Koşka Spî û Enqereyê de heye. Yek ji zavayan Berat Albayrak zavayê Erdogan û wezîrê darayî yê Tirkiyê ye. Zavayê din Mihemed Elî Yalçindag e, zavayê Aydin Doganê milyardêrê Tirk û xwediyê CNN Turk û du burcên Trump li Stenbolê ye. Zavayê sêyemîn jî Jared Kushner zavayê Trump û şêwirmendê serok ji bo pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn e.
Albayrak vê pêwendiyê wek “dîplomasiya pişt deriyên girtî” dibîne. Erdogan jî tekez dike ku pêwendiya navbera zavayê wî û zavayê Trump pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê “asayî dike.” Nemaze di mijara pergala moşekî ya Rûsyayê de. Erdogan Albayrak û Yalçindag bi kar anîn ji bo ku bi rêya Kushner peyam û berjewendiyên Tirkiyê bigihîne Koşka Spî.
Destpêka têkiliyan vedigere vekirina herdu burcên Trump li Stenbolê ku di 2012an de hatin vekirin û diviyabû di 5 salên yekem de salane 5-10 milyon dolaran wek mafê bikaranîna nav bide Rêxistina Trump û vêga salane 100 hezar heta milyonek dolar didiyê. Trump, keça wî Ivanka û zavayê wî Kushner hevmil bi Yalçindag re di merasîma vekirina burcan de beşdar bûn ku destpêka kûrbûna pêwendiyên bazirganî navbera malbata Trump û tirkan bû.
Di dora 10 salên borî de, Yalçindag salane sê heta çar caran Trump dîtiye. Tew di dema hejmartina dengên hilbijartina serokatiya Amerîka di 2016an de, tevî malbata Trump bû. Ji wê çaxê ve Yalçindag rola navbênkariyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de dilîze.
Li gr rapora New York Timesê, têkiliya Kushner û Albayrak vedigere sala 2018an. Cara yekem Albayrak serdana Koşka Spî kir, da ku behsa plana Kushner bo aştiya Îsraîl û Filistîniyan bikin. Civîna wan a duyem jî li Enqereyê bû. Civîneke din a zavayan îlona îsal bû, dema Kushner û wezîrê bazirganiya Amerîkayê bi geşteke 5 rojî çûn Tirkiyê.
Lê civîna herî giring a zavayan nîsana îsal bû, dema hersê zava di konferanseke bazirganî ya Tirkiye û Amerîkayê de li Washingtonê beşdar bûn. Di dema konferansê de, Kushner civîneke çaralî li Koşka Spî birêkxist ku tê de ew bi xwe û xezûrî wî li kêleka wezîrê gencîneya Amerîkayê tevî Albayrak beşdar bûn. Ji bo geşta vê carê jî, Erdogan zavayê xwe bi xwe re biribû. Yalçindag jî li Washingtonê bendewariya wan dikir.
Rudaw
