• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Almanyayê êrişa bi kêrê: Gelek mirî û birîndar hene

Gulan Media August 24, 2024 Nûçe
Li Almanyayê êrişa bi kêrê: Gelek mirî û birîndar hene

 Li bajarê Solingenê yê Almanyayê di festîvalekê de di êrişeke bi kêrê, 3 kes hatin kuştin herî kêm 6 kes jî birîndar.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên fstîvalê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

Ji bo girtina êrişkar xebatên hêzên ewlehiyê berdewam in.

 

Rudaw

Top