Seroka şaredariya herêmeka Parîsê 200 hezar euro alîkarî da Rojavayê Kurdistanê
Seroka herêma dehemîn ya eyaleta Parîsa paytexta Fransayê, Alexandra Cordebard li ser twîttera xwe ragihandiye ku kujmek dirav bi qasî 200 hezar euro bo xelkê Rojavayê Kurdistanê kom kiriye.
Alexandra Cordebard her wiha gotiye, xelkê Parîsê baş dizanin ku deyndarên kurdên Sûriyê ne û nabe wan bi tenê bihêlin. Ji ber wê jî ew alîkarî kom kirine.
Bi gotina seroka şaredariya herêma dehemîn ya Parîsê, ew dirav dê radestî dezgeha “Medecin Du Monde” bê kirin. Ew dezgeh di dema şer û aloziyan de xizmetguzariyên nojdarî pêşkêşî birîndaran dike.
Basnews
