• Thursday, 12 February 2026
logo

Cozêf votêl: Pêwîste ji berê zêdetir piştîvanîya Herêma Kurdistanê bikîn

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Cozêf votêl: Pêwîste ji berê zêdetir piştîvanîya Herêma Kurdistanê bikîn
Efserên pile bilindên hêzên Emerîkayê û fermandeyên hewalgirîyê daxwaz ji serkirdatîya welatê xwe dikin, rê nedin bûyerên Îraqê zêdetir teşene bikin û bo hemû alîyan jî bihêt aşkerkirin, ku piştîvanîya Emerîka bo Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ye ku pêgeha wê bihêz vemîne li deverê.

Şarezayên serbazî û hewalgirî yên Emerîkayê derbarê bûyerên Îraqê û deverê bi giştî di hewla wê yekê de ne, ra û nerînên xwe bigehînon berpirsên bilindên welatê xwe. Bi awayekê ku di bawerîyê de ne ku divê Emerîka rolekê bibîne û rê nede welatên din rewşa Îraqê û deverê bihêt bikarhînan bo lêdana berjewendîyên Emerîka û hevpeyamanên wê.

Derbarê evê mijarê, cenral Cozêf Votêl, fermandeyê berê yê hêzên Emerîkayê li Rojhelata Navîn dibêje: Divêt ji berê zêdetir piştîvanîya Herêma Kurdistanê bikîn, daku pêgeha wê li deverê bihêztir bibe.

Bi bawerîya hinek ji femande yên serbazî û hewalgirîyê, arîşeyek li ba serkirdeyên sîyasî yên Emerîkayê heye , ew jî ewe, ku amajeyên van bûyerên li Îraq û derdorê wê rûdidin; ew bi başî navexwînin. Lew giringe desthilatdarên Emerîkayê bizanin ku milmilanêyeke aloz heye û berjwendîyên Emerîkayê li deverê dixe di metirsîyê de.

Li Waşintun piranîya şarezayên sîyaseta derve û çavdêr di xema wê yekê de ne helwêsta wezareta derve û Koçka Sipî di çarçoveya peyam û daxunyan de bimîne. Bi bawerî ya wan dem wê hatîye ku Emerîka pênagavên kiryarî û qadî bihavêje daku hevsengî û akincîyê vegerîne deverê.

K24
Top