Xefûr Mexmûrî: Ew rêkeftina YNKê li Kerkûkê kiriye metirsîdar e!
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê dibêje, li gor rêkeftina YNKê dabeşkirina peywirên Kerkûkê piraniya peywirên baş ji ereban re hatine dayîn û ji bo kurdan ti tiştekî wisa nemaye. Ev jî wê nîşan dide ku dubare erebkirina Kerkûkê bi awayekî din û nasnameya derveyî Kurdistanê ji Kerkûkê re hatiye bexşîn.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Netewî ya Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî ku yek ji wan lêkolînvanên bi hûrgilî li ser karê dosyaya erebkirina li navçeyên Kurdistanê kar kiriye ye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kerkûk pirsekî niştimanî û netewî ya kurd e û pêwîst bû hemû alî li ser pirsa Kerkûkê yekdeng û yek nêrîn ban û ew rêkeftinên derveyî çarçoveya niştimanî tên kirin, li gel xelkê Kurdistanê nayên qebûlkirin.’’
Herwaha got: ‘’Ew rêkeftina vê carê ya li Hotêl Reşîd hate kirin, me hêvî dixwest rêkeftinek be hemû aliyên siyasî yên kurd û hemû aliyên ereb û tirkmen razîbûna wan li ser hebe, lê tişta têbiniya me li ser hebû PDKê vê derbarê de mercekî wê nebû, PDKê digot bila parêzgarekî kurd be û li gel hemû aliyan bê qebûlkirin û tewîz li mafê kurdan neyê dayîn.’’
Tişta cîhê keyfxwaşiyê bû, ji bo hemû aliyên siyasî û cîhê destxweşiyê ye, ku PDKê negot bila parêzgar ji PDKê be, got bila kurdeke bêalî be, ji bo hemû xelkê Kurdistnaê û derveyî Kurdistanê jî bê îspatkirin ku pirsgirêka me li Kerkûkê pirsgirêka netewî ye û pirsgirêka wê partiyê yan a din nîne. Lê civîna li Hotêl Reşîd bê razîbûn û amadebûna beşek ji tirkmen û ereban ve parêzgarek ji bo Kerkûkê hate danîn. Raste beşek ji endamên encûmena Kerkûkê ew parêzgar helbijartin, lê hemû endamên encûmenê nebûn, eger tu bixwazî piraniyê jî ava bikî, derket ku çawa ew piranîbûn hat avakirin? Ew jî binpêkirina îradeya Kerkûkiyan bû, ji ber Kerkûk pêknehatiye ji YNKê û çend ereban, ku di encûmenê de jî civîn nekirin. Nexêr.’’
Xefûr Mexmûrî behsa wê yekê jî kir ku daxuyaniya hin berpirsên Iraqê heye li ser wê rêkeftinê, bi rastî jî cîhê tirsê ye, naha ew tişta ku Xez Elî dibêje ku rêkeftin kiriye li gel YNKê, ji ber ku biraderên YNKê baweriya xwe bi wê anîne ku Kerkûk bajarekî Iraqî ye û li gel wan jî madem bajarekî Iraqî ye, pirsgirêk tine kesekî kurd, an ereb an jî tirkmen bibe parêzgar. ‘’Ew gotinên Xez Elî ji me re vê dibêjin ku ew bi dîtina Iraqî ve li mijarê dinêrin û dixwazin îspat bikin ku nasnameya Kerkûkê Iraqî ye, ne Kurdistanî ye. Ew tê wê wateyê ku YNKê Iraqîbûna Kerkûkê naskiriye û li gel wan jî giring nîne parêzgar kî be, ya giring ew e nasnameya bajar Iraqî be.’’
Mexmûrî got: ‘’Ew rêkeftin dê paşerojekî nêzîk de jî pirsgirêkê ji bo me ava bike, ew jî dikeve nav wateya radestkirina Kerkûkê û Iraqî kirina Kerkûkê. Waye gotinên gruba Siyade jî hene ku dibêjin, me li gel Serok Barzanî rûniştin kiriye, Serok Barzanî gotiye divê parêzgarê Kerkûkê kurd be. Pêwîstiya me bi wê yekê hebû ku aliyên ereb kurdan wek mercî bibînin. Ew rêkeftin rewşa bajar aloztir dike, ji ber ku piştî 16ê cotmehê erebkirina wan navçeyan berdewam bûye. Waye li Kerkûkê û li Mexmûrê û li Sergeran berdewam pirsgirêk ji bo cotkarên kurd çêdikin û di dabeşkirina peywiran de jî piraniya peywiran ji aliyê erebî re hatiye dayîn. Ev jî pirsgirêke ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û piştî pêkanîna îdareya Kerkûkê dê pirsgirêkan aloztir bikin. Xelk dê nerihetir be û erebkirin dê bi awayekî din berdewam be.’’
Basnews
