• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser: Belavbûna artêşa Sûriyê bandor li karên me nekiriye

Gulan Media November 22, 2019 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Belavbûna artêşa Sûriyê bandor li karên me nekiriye
Rêveberiya Xweser ragihand, tevî bi cîbûna artêşa Sûriyê li ser sînor jî lê ew di karên xwe de bi taybet di warê xizmetguzariyê de berdewam in.

Hevseroka Encûmana Hilwa ya gundewarê Tire Sipî ji Rûdawê re ragihand, tu bandora rêkeftinên serbazî li ser karên wan çênebûye, ew di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de berdewam in.

Xelkê gundewarê Tirp Sipiyê dibêjin bicihbûna artêşa Sûriyê li ser sînor aramiyek çêkiriye û êdî Tirkiye gundên wan topbaran nake.

Gundê Til Şeîrê ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê, gundekî sînorî ye û girêdayî nahiyeya Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Di destpêka operasyona leşkerî ya Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê li dijî Rojavayê Kurdistanê di 9ê Cotmeha borî de, wek gelek gund û cihên din, çend top li vî gundî jî ketin.

Lê piştî îmzekirina rêkeftinên leşkerî û belavbûna leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê li ser sînor, niha rewşa gundê Til Şeîrê aram e û xelkên gund mijûlî karûbarên xwe yên rojane ne.

Welatiyek dibêje, “Destpêkê rewş nexweş bû, xelk koçber bûn, lê niha rewş baş e û hemû xizmetgûzarî hene.”

Encûmena Bajarokê Hilwayê jî li gundê Til Şeîrê ye. 22 gundên din ku nîvê wan sînorî ne, girêdayî vê encûmenê ne. Ew xizmetguzariyên rojane pêşkêşî wan gundan dikin bêyî ku ti bandora rêkeftinên leşkerî li ser wan hebe.

Hevseroka Encûmana Hilwa, Fehîma Temo, diyar dike, 15 komînên wan hene ku 22 gund bi ser wan komînan ve ne û dibêje, “Em hemû karên xizmetgûzariyan dikin û belavbûna artêşa Sûriyê ti bandor li me nekiriye, em av, elektîrîkê û nan ji xelkê re peyda dikin.”

Li gor rêkeftina Soçiyê ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, gundewarên rojhilatê Qamişloyê qonaxa dawî ya belavbûna leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê ye li wê deverê.

Rudaw
Top