• Thursday, 12 February 2026
logo

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi behayê 33 milyar Dînaran 12 sikran durist dike

Gulan Media November 21, 2019 Nûçe
Hikumeta Herêma Kurdistanê bi behayê 33 milyar Dînaran 12 sikran durist dike
Hikumeta Herêma Kurdistanê bi behayê zêdetir ji 33 milyar Dînaran 12 sikran (Bendavan) ava dike li parêzgehên Hewlêr, Silêmanîyê û Dihokê, ku şîyana vegirtina 52 milyon Metir sêcar a avê hene.

Di demekê de ku 5 sikir li Hewlêr û 4 li Silêmanî û 3 li Dihokê dibin. Ekrem Ehmed, rêveberê giştîyê Sikr û Kogehên avê li Herêma Kurdistanê ragehand: Tevaya wan sikran di sala dahatî de temam dibin.

Hevdem Nadir Rostî, Gotebêjê Desteya Giştîya Geştûguzara Herêma Kurdistan, li gel weberhêner û peredaran hewla duristkirina pirojeyên geştîyarî li ser wan sikran didin, ku bi wê rêyê dikarin çavkanîyên dahat û delîveya kar desteber bikîn bo xelkê wan deveran.

Li gor vekolîneke berê ya wezareta çandinê û çavkanîyên avê li Herêma Kurdistanê 240 cih bo duristkirin û avakirina sikran hatîne destnîşankirin, ji wan jî 18 cih bo sikrên mezin in. Berê jî, bi sedema kirîza darayî û nebûna budceya pêwîst karkirin li sikran hatibû rawestandin, lê hikumeta Herêma Kurdistanê niha dest kirîye bi dabînkirina budceyê bo temamkirina pirojeyên rawestayî.
Top