• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ebdulmehdî: Xwepîşandan gelek kêmasî eşkere kirin

Gulan Media November 21, 2019 Nûçe
Ebdulmehdî: Xwepîşandan gelek kêmasî eşkere kirin
dibêje emê reformên gelek girîng bikin
Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di civînekê de li gel Serok eşîrên Başûr û naverasta Îraqê de, behsa hin babetan kir.

Edbulmehdî diyar kir ku di encama xwepîşandanên li Îraqê de bi hinek kemaniyên siyasî, îdarî û xizmet kirina xelkê hesiyane û lazime ev kemasiyên han werin çareserkirin.

Her di heman civîna han de behsa rewşa ewlekariya Îraqê jî hatiye kirin û Serokwezîr daxwaz ji beşdar bûyan kiriye daku di warê parastina ewlekariyê de hevkariya hikûmetê bikin û hikûmet jî bo cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan, dest bi cîhbicîh kirina reformên giring dike.

Top