• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li firokxaneyeke Kobanê bicih dibin

Gulan Media November 21, 2019 Nûçe
Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li firokxaneyeke Kobanê bicih dibin
Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li binkeyeke serbazî ya esmanî li Kobanê bicih dibin û herêma gerên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dikin.

Efserê ji Polîsa Serbazî ya Rûsyayê Sefer Seferov ji rojnamevanan re ragihand, piştî hêzên Amerîkî ji binkeya Sirîn a esmanî li Kobanê vekişiyane, niha hin amadekarî û karên endezyarî lê tên kirin, ji bo hêzên Rûsî lê bicih bibin.

Wî efserê Rûsî da zanîn jî, Hêzên Polîsên Serbazî di hefteya bûrî de dest danî ser binkeya Sirîn a esmanî û hin helîkopterên Rûsî lê bicih bûne, ji bo çavdêriya gerên Rûsî li herêmê bikin.

Diyar kir jî, hêzên Amerîkî dema vekişiayne, generatorek û hin kelûpelên nivîsgehan li şûna xwe hîştine.

Efserê Rûsî amaje bi wê kir, piştî hêzên Amerîkî ji navçeyê vekişiyane, erkê wan li bakurê Sûriyê berfirehtir bûye û niha Minbic û derdora wê jî lixwe digire.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji bajarê Kobanê û Minbicê, roja 17ê vê mehê hêzeke Polîsa Serbazî ya Rûsî derbasî bendava Tişrînê ya di navbera Minbic û Eyn Îsayê de bû.

Li ser biryara Serokê Amerîka Donald Trump di dema dawî de hêzên Amerîkî ji bajarê Kobanê, Minbic û Eyn Îsayê vekişiyan, lê beşek ji hêzên wê ji bo parastina kêlgehên petrolê, li rojhilatê Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê mane.

K24
Top