• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêdetir ji 400 welatiyên Kurd hatine kuştin

Gulan Media November 21, 2019 Nûçe
Zêdetir ji 400 welatiyên Kurd hatine kuştin
Tirkiye û cîhadî bi zanebûn êrîşî ser sivîlan dikin
Birêveberatiya giştî ya xweseriya demokratîk ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ragihand ku jiber êrîş û operasiyonên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên ku di 9ê Cotmehê de li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kirine heta niha bi giştî 478 welatiyên sivîl yên Kurd hatine kuştin.

Herwiha hezar û 70 welatiyên din yên sivîl bi dijwarî birîndar bûne.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi zanebûn sivîlan dikin armanca êrîşên xwe.
Top