• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzerê Balyozxaneya Almanya li Enqerê hat desteserkirin

Gulan Media November 21, 2019 Nûçe
Parêzerê Balyozxaneya Almanya li Enqerê hat desteserkirin
Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê Parêzerê Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê desteser kiriye.

Kovara “Der Spiegel” a Almanî eşkere kir, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê Parêzerê Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê bi hinceta sîxurtiyê desteser kiriye.

Parêzerê Balyozxaneya Almanyayê, karûbarên daxwaza penabertiyê ya 50 kesan ku beşeke mezin ji wan Kurd û endamê Tevgera Fetullah Gulen in bi rê ve dibir.

Almanya xema wê yekê dixwe ku zanyariyên hestyar ên di derbarê 50 kesên daxwaza penabertiyê kirine, bikeve destê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT).

Kovara “Der Spiegel” amaje bi wê kir, ew parêzer ji meha Îlonê ve hatiye desteserkirin û Wezareta Derve ya Almanya dibêje sedema desteserkirina wî ne zelal e û daxwaza azadkirina wî parêzerî dike.

K24

Top