Wezîrê Navxwe û Konsulê Giştî yê Amerîkayê civiyan
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê civiyan û behsa peywendiyên giring ên ewlehiyê yên Amerîka û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Îro 20.08.2024ê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner civiyan û Konsulê Giştî yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ya ji bo helbijartineke azad û dadperwerane û parastî, ji bo Parlamentoya Kurdistanê teqez kir.
Di heman civînê de behsa peywendiyên giring ên ewlehiya Amerîkayê û Herêma Kurdistanê û berjewendiyên hevbeş di pêşxistina civaka sivîl a zindî û pêşketî û pêşhateyên navçeyê de kir.
Basnews
