• Thursday, 12 February 2026
logo

Dest bi hûrbîniya xerc û dahatên 3 mehan a Herêma Kurdistanê hate kirin

Gulan Media August 20, 2024 Nûçe
Dest bi hûrbîniya xerc û dahatên 3 mehan a Herêma Kurdistanê hate kirin

Piştî Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê geheşt Hewlêrê, li gel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistnaê dest bi hûrbîniya xerc û dahatan hate kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê endamên Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê 15 kes in û Dîwana Çavdêriya Herêma Kurdistanê jî ji 15 kesan pêktê û bi hevbeşî dest bi karên xwe kirin.

Herwaha hat zanîn hûrbîniya xerc û dahatan a ji bo mehên 4, 5 û 6 ya îsal dê bikin, ku ew yek li gor rêkeftina herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraq a federal tê kirin.

Derbarê dema karkirinê de, dema bi dawî hatine hûrbîniyê nehatiye diyar kirin û girêdayî amadekarî û hevkariyên ku fermangeh ji lijneyê re dikin ew kar dê birêve biçin.

Li gor zanyariyên BasNewsê tîm wî karî birêve dibin, dê bibin çend lijneyek û beşek ji wan dê hûrbîniya xerc û dahatên nefte û beşek ji wan hûrbîniya xerc û dahatên derveyî neft û petrolê dê bikin. Derveyî wezaret û fermangehan, ew lijneyane biryare biçin parêzgeh û îdareyên serbixwe û deriyên sînor jî.

 

Basnews

Top