Ger a Heştemîn a Rûsya – Tirkiye li devera Dirbêsiyê pêkhat
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, ku serê sibeha îro, Hêzên Rûsî û Tirkî gerek çavdêriyê li bajarê Dirbêsiyê pêkanînin. Ger a wan ji gundê Eradî, ku 17 kîlometreyan li rojavayê Dirbêsiyê dikeve, destpêkir.
Got jî, ger a Tirkî-Rûsî ber bi rojavayê Dirbêsiyê ve çû û gundên Aliya, Torat û Tirbe li xwe girt.
Herweha 2 helîkopter jî, li esmanê navçeyê digeriyan, ku çavdêriya birêveçûn a gerên Rûsya- Tirkiye dikirin.
Carek din, ew ger rastî nerazîbûna xelkê hat û otomobîlên serbazî yên Tirkiyê, kevirbaran kirin.
K24
