• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdek hat raspartin bo rêvebirina posta parêzgarê Neynewa

Gulan Media November 19, 2019 Nûçe
Kurdek hat raspartin bo rêvebirina posta parêzgarê Neynewa
Piştî ji kar dûrxistina parêzgarê Neynewa, Mensûr Meîd, evro Civata Parêzgeha Neynewa, Sîrwan Rojbeyanî, cêgirê yekemê parêzgarê Neynewa hat raspartin daku posta parêzgarê Neynewa wergire heya parêzgareke nû dihêt helbijartin.

Evro Dûşembîyê, 19/11/2019 Civata Parêzgeha Neynewa di civîna xwe de bi dengdan parêzgarê Neynewa ji kar dûrxistin.

Merîd li 13/5/2019 wek parêzgar destbikarbû piştî ji kardûrxistina Newfel Hemadî berî wî.

Hevdem evro hêzeke ewlekarîyê avahîya Civata Parêzgehê dorpêçkirin bi mebesta rêgirtinê ji civîna Civatê;lê civîn hat encamdan û piranîya dengan parêzgar ji kar hat dûrxistin.

K24
Top