Xwepêşandanên li Iraqê vegera PDKê bo Kerkûkê paş xist
Weke pêngava yekem a asayîkirina rewşa Kerkûkê, meha derbasbûyî, hikûmeta Iraqê biryar da hemû baregehên PDKê yên li Kerkûkê ku niha di destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de, bên valakirin û ev biryara hikûmeta Iraqê jî rastî nerazîbûna Erebên Kerkûkê hat.
Berpirsê Lîqa 3 ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd, ji Rûdawê re ragihand, “Li tevahiya navçe û nahiyeyên Kerkûkê baregehên me hene. Bi giştî 30 baregeh hatine dagirkirin ku 3 ji wan sereke ne û ji aliyê Heşda Wetenî û Heşda Şeibî ve hatine dagirkirin û heta niha jî nehatine radestkirin.”
Li gor Mihemed Xurşîd, rêkevtin û jihevtêgihiştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê rewşa Kerkûkê de heye û diyar dike ku ti astengiyek derbarê vegera PDKê bo Kerkûkê nemaye û radigihîne, “Tenê gavên pratîkî mane ku hêvî dikim ew jî dest pê bikin. Ji ber ku mijara vegera PDKê li gel asayîkirina rewşa Kerkûkê behsekî cidî ye.”
Yek ji wan baregehên PDKê ji yên hatine dagirkirin, Baregeha Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk-Germiyanê ye ku li gor wê rêkevtina li gel hikûmeta Iraqê hatiye kirin, pêwîst bû meha derbasbûyî ew baregeh hatiba valakirin, lê heta niha jî biryar nehatiye cîbicîkirin û ew baregeh nehatiye valakirin.
Berpirsê Lîqa 3 ya PDKê dibêje, “Wisa biryar bû meha bihorî, Baregeha Encûmena Serkirdayetiyê li Kerkûkê, hatiba valakirin. Lêbelê ji ber wê rewşa li Bexdayê rû daye, ew kar hinekê paş ket. Ji ber hindê ti demek nehatiye diyarkirin bo vegera PDKê bo Kerkûkê. Mijarê peywendî bi wê rewşa li Iraq û herêmê ve heye.”
Mihemed Xurşîd amaje bi wê jî kir ku piştî asayîbûna rewşa Iraqê danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê dest pê bikin, yek ji wan pirsan jî radestkirina baregehên PDK ên li Kerkûkê ne.”
Endamê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di Fraksiyona Birayetiyê de li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî, vegera PDKê bo Kerkûkê bi pêwîstî dizane û dibêje, “Hemû alî vegera PDKê bo Kerkûkê pêwîst dibînin. Tenê yek kes jî vegere rola xwe dê hebe. Lê ji ber xwepêşandanên li Bexdayê karê komîteya danûstandinan rawestiyaye û hinek Ereban jî hinek xwepêşandan kirin dema ku biryara vegera PDKê bo Kerkûkê hat derkirin.”
Di heyama derbasbûyî de komîteyek bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatibû pêk anîn. Şaxewan Ebdûlla ku endamê wê komîteyê ye ji Rûdawê re ragihand, “Em çaverêyî Bexdayê ne bo diyarkirina demekê bo destpêkirina guftûgoyên me. Biryar bû destpêka meha 10 a 2019an em biçin bo Bexdayê. Piştre ew dem bo dawiya meha 10an hat paşxistin û nehate kirin. Ji ber ku xwepêşandan li Iraqê niha jî berdewam in. Li gel wê jî hikûmet mijûlî guhertinan e di wezaretan de û Encûmena Iraqê kombûnên wê gelek in. Ji ber wê yekê em çaverê dikin rewş asayî bibe.”
Li gor gotinên Şaxewan Ebdulla, di guftugoyên li gel Bexdayê yên derbarê asayîkirina rewşa Kerkûkê ku vegera PDKê beşek ji wan gotûbêjan e, gavên baş hatine avêtin û heta rêkevtina devkî jî hatiye kirin. Tenê ew maye ku ew rêkevtin bikeve ser kaxizê û bê îmzekirin.
Piştî 16ê Cotmeha 2017an û êrişa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kerkûk bicî hişt û hemû baregehên wê ji aliyê hêzên emnî, serbaz û milîsên Şîe ve hatin dagirkirin.
Rudaw
