• Thursday, 12 February 2026
logo

Ofîsa Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belavkir

Gulan Media November 18, 2019 Nûçe
Ofîsa Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belavkir
Ofîsa serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser “kirrîna vîlayekî li Amerîka” daxuyaniyek da.

Çend roj berê malpereka Amerîkî wisa îdia kiribû ku serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Amerîka vîlayek bi 47 milyon dolaran kirriye!

Ofîsa serokê hikûmetê li ser vê yekê daxuyaniyek da û ragihand, nûçeya wê malpera Amerîkî derew e.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, mixabin hinek malper û dezgehên medyayî yên Kurdistanê jî perr û bask dane wê nûçeya derew û ew nûçe belav kirine. Em wan nûçeyan red dikin û dê li dijî wan malper û çavkaniyan jî rêkên hiqûqî bidin pêşiya xwe.

Waar.tv
Top