• Thursday, 12 February 2026
logo

Navçeya Kesk li Bexdayê hate topbaran kirin

Gulan Media November 18, 2019 Nûçe
Navçeya Kesk li Bexdayê hate topbaran kirin
hîn jî derbarê zirarên topbaranê de ti zaniyarî nehatine belavkirin
Duhê bişev dema xwepîşanderên li Bexdayê dixwestin ber bi navçeya Kesk û navenda Bexdayê ve bimeşin, çend mûşek bo devera Kesk hatin avêtin.

Derbarê zirarên wan mûşekan de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin lêbelê tê gotin ku mimkune mûşek bo tirsandina xwepîşanderan hatibin avêtin.

Xwepîşandanên li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê berdewamin û xwepîşander jî dibêjin heta daxwazên wan neyên bicîhanîn, dev ji xwepîşandanan ber nadin.

Top