Hêzeke Rûsî derbasî Bendava Tişrînê bû
Piştî civînê Ismet Şêx Hesen ji K24ê re naveroka civîna bi hêza Rûsî re aşkere kir û got: Hatina hêza Rûsî û hêzên Hikûmeta Sûriyê, ji bo parastina sînorê wan e û ti rêkeftinên wan yên siyasî bi Hikûmeta Sûriyê re nîn e.
Amaje bi wê jî kir, rewşa dam û dezgehên Rêveberiya Xweser li Kobanê wek xwe dimînin û karên xwe berdewam dikin.
Ji aliyê xwe ve, fermandarê di Hêza Polîsa Leşkerî ya Rûsî General Barîs ragihand, hatina hêzên Rûsî bo parastina deverê ji DAIŞê ye, ku pêştir DAIŞê ev bendav dagîr kiribû. Got jî: Rûsya hîna li gelek navçeyên Sûrî şerê DAIŞê dike.
K24
