PKKê teqîna li Fermandariya 20an a li Rihayê li xwe girt
Ji aliyê wê gûpê ve daxuyaniyek hatiye belavkirin û hatiye gotin ku ew teqîn ji aliyê, “Yekîneya Tolhildanê ya Aynûr Ada-Delal Amed ve hatiye encamdan.”
Wê grûpê aşkere kiriye ji du aliyan ve bi dronan êriş li ser wê fermandariyê hatiye encamdan û tê de hatiye gotin ku di encama wê êrişê de, 19 leşker hatine kuştin û bi dehan leşkerî jî birîndar bûne.
Herwiha di daxuyaniyê e hatiye aşkerekirin ku fermandarê wê fewcê jî di nav birîndaran de ye û hatiye gotin ku zêdetir ji 70 ambûlans ketine wê devera ku teqîn lê çêbûbû.
Di dewama daxuyaniyê de hatiye ragihandin, “Yekîneya me ya ku çalakî encam da bi silametî gihiştin navendên xwe.”
Rudaw
