Emerîka: Em li gel daxwazîyên gelê Îranê ne
Piştî ku li piranîya bajar û bajarokên Îranê xwenîşandan destpêkirin, bi sedema bilindbûna behayê benzînî li wî welatî û di encama wan xwenîşandanan de hejmareke kuştî û birîndar jê çêbûn, Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê di Tiwîtekê de derbarê xwenîşandanên Îranê nivîsîye: Wekû min par sal jî ragehand, Emerîka li gel daxwazîyên gelê Îranê ye û li gel we ye.
Li gor ajanasên nûçeyan, tenê duhî, Şembîyê di xwenîşandanan de 20 kes hatîne kuştin û bi sedan jî birîndar bûne ku piranîya wan qurbanîyan xelkê Kurdistanê bûn.
