• Thursday, 12 February 2026
logo

Kompaniyayên Herêma Kurdistanê li dijî biryareka hikûmeta Iraqê derketin

Gulan Media November 17, 2019 Nûçe
Kompaniyayên Herêma Kurdistanê li dijî biryareka hikûmeta Iraqê derketin
Bi dehan şîrket û kompanyayên Kurdistanê li dijî biryareka hikûmetê Iraqê nerazîbûn nîşan dan û daxwaz betalkirina wê biryarê kirin.

Çend roj berê hikûmeta Iraqê biryar dabû rêjeya gumrikê li ser wan şîrketên Kurdistanî yên ku eşyayên elektirîkê derbasî deverên Başûrê Iraqê dikin, were zêdekirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro zêdetirî 20 xwedan şîrket û kompaniyên Kurdistanê bi nûnertiya 100 şîrket û kompaniyan, nerazîbûna xwe li hember wê biryara hikûmeta Iraqê nîşan dan.

Wan xwedan şîrketan nameyek dan liqa Hewlêrê ya Yekitiya Hinardekar û Hawirdekarên Kurdistanê û daxwaz kirin biryara hikûmeta Iraqê were betalkirin.

Basnews
Top