Xwepêşanderan agir berdan avahiya Banka Niştimanî ya Îranê
Li gor wan vîdyoyên ku li ser torên civakî tên belavkirin, li parêzgehên Sine û Kirmanşan îro xwepêşandan birêve diçin û hemwelatî dirûşman li dijî bilindkirina nirxê benzîn û kelûpelên din û herwiha li dijî serokomarê wî welatî berz dikin.
Li bajarê Sinê hemwelatî li qada Îqbalê kom bûn û rêya sereke ya nav bajar girtin. Herwiha li bajarê Kirmanşanê jî bi dehan kes li navenda wî bajarî kom bûn û dirûşên, ‘mirin bo Rûhanî’ dubare kirin.
Nerazîbûna xelkê Serpêl Zêhawe li parêzgeha Kirmanşana Rojhilata Kurdistanê berdewam e û li wê deverê jî xelkê dirûşmên, ‘nirxê benzînê bilintir bû û xelk hejartir bû’ berz kirin.
Hevdem hejmareke zêde ya ji xelkê Şîraz li başurê Îranê weke derbirîna nerazîbûnê li hember biryara hikûmeta wî welatî, otomobîlên xwe li ser rêya sereke rawestandin û bi wî awayî maweyekî dirêj ew rê ji kar ket.
Li bajarên Tebrîz, Tehran, Kirman û Îsfaxanê jî xelk daket kolanan û li dijî dawîn biryara hikûmeta wî welatî ya bilintirkirina nirxê benzînê nerazîbûn nîşan dan.
Karmendên bajarê Buşehra navenda parêzgeha Buşehrê jî ku dikeve ser kendavê, dewama kar boykotkirin û daketin ser şeqaman bo ku hikûmetê neçar bikin biryara xwe betal bike.
Li Bender Rîgiya parêzgeha Homuzgan, xelkê rêya sereke ya wî bajarî girt û rê nedan ew barhilgirên ji benderê ber bi bajarên din ên Îranê ve bar vediguhêzin, hatinûçûnê bikin.
Li bajarê Bêhbehanî yê parêzgeha Xuzistanê ku dikeve başurê Îranê, xwepêşanderan agir berdan avahiya Banka Niştimanî ya Îranê û ew şewitandin.
Xwepêşandan li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.
Li bajarê Kirmnaşanê jî xelk li kolanan e û nerazîbûna xwe li hember biryarên rejîma wî welatî nîşan didin.
Rudaw
