Mesrûr Barzanî: Gelê kurd ti carî di alîkarîkirina mirovên muhtac de xemsarî nekiriye
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe dîmenên alîkarîkirina penaberan li kampeka Başûrê Kurdistanê belav kiriye û li ser wê jî peyamek belav kiriye û gotiye: Ez serbilind im ku vî miletî ti carî ji alîkarîkirina wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xemsarî nekiriye.
Mesrûr Barzanî bi haştaga “#StrongerKurdistan” (Kurdistana Bihêz) spasiya wan karmend û dezgehan jî kiriye ku alîkariya kesên muhtac dikin û daxwaz ji civaka navdewletî jî kiriye zêdetir di xema wan de be.
Basnews
