• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Babê teqîn: 19 kuştî hene

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
Li Babê teqîn: 19 kuştî hene
Li bajarê Babê yê di destê çekdarên ser bi Tirkiyê de ye, teqînek rû da û heta niha 19 kes hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li pêş geraca sereke ya bajarê Babê teqiya û di encamê heta niha 18 kes hatine kuştin û zêdetir ji 30 kesî jî birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîşt xanî û otombîlan.

Rewangehê da zanîn, di nava kuştiyan de, herî kêm 13 kes welatiyên sivîl in.

Bajarê Babê bi parêzgeha Helebê ve ye û di bin kontrola çekdarên “Mertala Firatê” yên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin de ye.

Top