• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî dîsa berpirsan li ser hevgirtina Pêşmerge dicivîne

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî dîsa berpirsan li ser hevgirtina Pêşmerge dicivîne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê dîsa berpirsên PDK û YNKê, fermandeyên yekîneyên 70 û 80 û berpirsên Wezareta Pêşmerge bo hevgirtina Pêşmerge bicivîne.

Fermandeyê yekîneya 70 ya Pêşmerge, ku wek “pêşmergeyên YNKê” tên binavkirin, Mistefa Çavreş ji K24 re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibê bo cara duyemîn bi berpirsên PDK û YNKê û Wezareta Pêşmerge her wiha fermandeyên yekîneyên 70 û 80 re bicive.

Mistefa Çavreş her wiha got, rojeva civîna sibê jî mîna civîna hefteya borî, hevgirtina Pêşmerge ye.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku ew dixwazin hêzên Pêşmerge bibe artêşeka niştimanî û got, bila êdî nebêjin pêşmergeyên YNKê yan jî yên PDKê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hefteya borî jî bi berpirsên PDK û YNKê, fermandeyên yekîneyên 70 û 80 her wiha berpirsên Wezareta Pêşmerge re li ser hevgirtina hêzên Pêşmerge civiyabû.

Basnews
Top