• Thursday, 12 February 2026
logo

STENBOL – Di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin

Gulan Media November 16, 2019 Nûçe
STENBOL – Di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin
Li Stenbolê di êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Bûyerê li taxa Gullubalar a li navçey Pendîk a Stenbolê, kesek ket nav marketekê û gule li wî xelkê ku di marketê de bûn reşandin.

Li gor zanyariyan di encama wê êrişa çekdarî de 3 kes hatin û kesek jî birîndar bû.

Ji bo cihê bûyerê hejmareke zêde ya hêzên emnî yên wî welatî hatin veguhastin û di encama lêgerînên hêzên wî welatî de ew kesê êrişkar jî hat desteserkirin.

Herwiha li gor zanyariyên destpêkê ew bûyereke malbatî ye û kesê êrişkar û kesên ku hatine kuştin kesûkarên hev in.

Rudaw
Top