Artêşa Tirkiyê û çekdarê wê şûnwarên Efrînê didizin
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dîrok, şaristanî û nasnameya Kurdî ya herêma Efrînê têk didin û şûnwar, cihên dîrokî û mezargehên pîroz dikolin û perçeyên entîkan didizin û wêran dikin û piraniya cihên şûnwarî kirine serbazgeh.
Lêkolîner û Pisporê di warê şûnwarên Efrînê de Zekeriya Huserî ji K24ê re ragihand, peykerê Şêr ê bazilî yê dîroka wî vedigere 1300 sal berî zayînê, ji cihê xwe li Girê Eyn Dara hatiye dizîn û ne diyar e çi bi serê wî hatiye, yan bo kû derê hatiye birin.
Ji aliyekî din ve, malpereke nêzîkî grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê girtevîdyoyek belav kiriye, tê diyar dibe, ku grûpa Cebhe El Weteniye ya Tehrîr, Girê Eyn Dara têk dane û ew kirine serbazgeh û çekdarên xwe li ser û derdora wî girî şûnwarî rahênan dike.
Li ser şûnwarên Efrînê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di raportekê de belav kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve, piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê bi amûreyên kolandinê yên mezin hatine kolandin û wêrankirin û bi riya bazirganên Tirk hejmarek ji entîke û şûnwaran ji Girê Cindirêsê, Keleha Nebî Horî, Keleha Semanê û Şikefta Duderî dizîne û derxistine derveyî Efrînê.
Pêştir jî, wê rêxistina mafên mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.
Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê.
K24
