PYD dixwaze ENKSê bêyî merc dest bi danûstandinan bike
Şêwirmendê PYDê Ebdulkerîm Saroxan dibêje, hewlên nêzîkbûnê berdewam in û divê ENKSê mercên xwe daneyne.
ENKSê jî dibêje, ew li gel banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ne, û ew hêvî dikin ku berjewendiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê werin parastin.
Tevî ku krîza Sûriyê ber bi qonaxa nivîsandina destûrê ve çû , lê hesab ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehat kirin û heya niha mafê xwe weke pêwîst wernegirtine.
Li Rojava di siyaseta navxwe de jî, ji ber nakokiyên herdû aliyên sereke, şandeke hevbeş a Kurdî tune ye da ku nûnertiya Kurdan bike. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxwaz ji ENKSê dike, bêyî şert û merc danûstandinan bike.
Şêwirmendê PYDê Ebdûlkerîm Sarûxan, dibêje, “Danustandin çê dibin, hêviyên me hene di çend rojên bê de tiştek baş çê bibe, dengê cûda yên ENKS ên şertan, zehmet e, yekîtî bêyî merc çê dibe."
Di heyama êrîşa dawî ya Tirkiyê de, Fermandariya HSDê daxwaz ji tevgera Kurdî kir xwedî yek helwest bin û bi vê armancê bi hejmarek ji partiyan re civiya.
ENKS di civîna xwe ya bi Fermandarê Giştî yê HSDê re, heman mijar gotûbêj kir lê ti rêkevtin encam nedan.
Endama Serkirdayetiya ENKSê Fesla Yûsif jî diyar dike, “Em wek ENKS bi erênî li vê gavê dinerin, gaveke baş e, eger bi rastî di rojên bê de têvin xizmeta gelê xwe de, lêvegerekê çê bikin, têxin xizmeta gelê xwe de.”
Ev jî di demekê de ye ku berdana zindaniyên siyasî, yek ji mercên sereke yên ENKSê ne.
Tevî ku Rêveberiya Xweser çend caran amadebûna xwe derbarê yekrîziya navmala Kurdî nîşan daye, lê heya niha jî girtîyên ENKSê di zindanan de hene.
Rudaw
