Nimêj li dêrên me yên dagirkirî nayê qebûlkirin
Dîwana erkaniya Ortodoks hikûmeta Tirkiyeyê direwand.
Dîwanê Erkaniya Ortodoks a Ermenan a Helebê bi daxuyaniyekê banga dewleta Tirk a dagirker a ji bo restorakirina Dêra Ermenan li Serêkaniyê û Girê Spî yên ku wêran kirine, red dike û got, nimêjên tê de di bin nîrê dagirkeriyê de qebûl nakin.
Erkaniya Ermenan a Ortodoks a Helebê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:
‘‘Em dixwazin girêdayî gotinên li ser dazgehên çapemeniyê yên Tirkiyê belav bûne ku wê merasîma nimêjê li Dêra Xaçê ya Ermenan a Ortodoks li Girê Spî yê ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin li dar keve van tiştan bêjin:
A yekemîn: Erkaniya Ermenan a Ortodoks a Helebê bi tundî her hewldaneke tirkî ji bo restorekirina Dêra Xaçê ya li Girê Spî û lidarxistina merasîma nimêjê ji bo van tiştên di rêzê de red dikin:
-Gelê me bi Tirkiyê re girêdayî îtîrafkirina bi komkujiya ermenî ku pêk aniye û heta niha pêk tîne nakok e.
-Bi hezaran dêr li Tirkiyê ji sed salî ve hatine paşguhkirin û bi wêraniya re rû bi rû mane. Lê dewleta Tirk tiştekî nake.
-Gelek dêrên Ermenan li herêmên Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê yan jî komên girêdayî wê de hene. Mîna dêrên Serêkaniyê û El-Yaqubiye, yanî sedemên eleqedariya bi dêra Ermen li Girê Spî cihê pirsan e.
-Girê Spî beşek nayê parçekirin ji axa Sûriyê ye, niha ew ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Heta niha bi temamî rizgar nebûye û lidarxistinan ayînan li dêrê ne pêkane.
Ya duyamîn: Di salên şer de dêra xaçê ya girêdayî Erkaniya Ermenan a Ortodoks a Helebê rastî destdirêjiya gelek komên çekdar hatiye. Lidarxistinana ayînan tê de tenê piştî rizgarkirin û vegera şêniyên wê pêkane. Ji ber wê rûdanên ku niha li bajarê dagirkirî rû didin wek destdirêjî ji bo pêkanîna armancên propexandeyî pêk tên tên hesibandin.
